[ A |
B |
C |
D |
E |
F |
G |
H |
I |
J |
K |
L |
M |
N |
O |
P |
Q |
R |
S ]
[ Ş |
T |
U |
V |
W |
X |
Y |
Z |
1 |
2 |
3 |
4 |
5 |
6 |
7 |
8 |
9 |
0 ]
Neqqaşê ezel roja serlewheyê rengîn da Pergalê di destan bû, ser sefhe ku tezyîn da Tezhîbê zerefşan kir serlewhê kitaba îşq Resma ezelî kêşa, neqşê xwe newalîn da (nû anîn da)
Dîbace ku înşa kir, fihrîste ku îmla kir Cildek ji enasir best, nefxek di sufalîn da Etfalê melek hatin, westane debistanê „La îlme lena“ gotin, „Ebced“ bi xwe telqîn da
Wan sade ruxan meşqê îşqê ku temenna kir Xettatê ji husnîl-xet sermeşqekî zêrrîn da Ma secde tenê min bir ber sûretên mehbûban Îblîsê nebir secde, lew maye di nefrîn da
Ez çûme derê dêrê min dîtî ku rûhullah Tekrarî musewwer bû hetta di nihalîn da Wan cumle „Enel-heqq“ got, min „Wahidê mutleq“ got Saqî bi xwe ez girtim camek meyê noşîn da
Min noşî û serxweş bûm, fîlhalî muşewweş bûm Ez çar û neh û şeş bûm, min tekye bi balîn da
(Îro ku me ber pê kir) Herçî ku me ber pê kir, hindî me nezer lê kir Min seyrek li yêkê kir, lew mame di lewlîn da (lewra me dil û dîn da)
Min dî heme yek pertew sarî di mezahîr da Mumkin heme jê pirr nûr, emma ne di temkîn da
Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif da Mecnûnê di Leylayê, Ferhadê di Şirîn da
Misbahê ebed min dî îrohe di qendîlê Genca ezelî merkûz min dî di gil û tîn da
Cana ji cemala Te ez dê çi bibim sabir Şeyxan û Ûlul-Ezman canê xwe di kalîn da
Me’zûr e eger sofî bit munkirê mehbûban Kor dê çi tesewwur ket sirra ku di dûrbîn da
Şahid bî tu ey zahid, mehbûbî perestim ez Bê şahid û mey nabim, Şêxê me ew ayîn da
Canî ji te ey Xanî! Cana ku bixwazîtin Xa noqte li bin danî, fîl-halî di hêlîn da