Stranen Geleri Halk Türküleri Klasikler
Her dinalim
Her di nalim Şev û rojan, meger ez Eyyûbim ez Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequbim ez Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûbim ez Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar Weh tilismê telebim ez, talib û metlûbim ez Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal PadîŞahê xem û derdan, wehe ez merxûbim ez
Eklenme: 15-07-2007Şair: Ehmede XANİGönderen Uye: HakaNHit: 6[ Geri dön | Yorum Ekle | Sevdiklerinize gönderin | Yazdırın ]