
Jin hene jinkok hene
Cîhan bûye zivistan Rê û biwar rawestan
Berf û baran û bahoz Hawîr bûye terpetoz
Çûk nikarin derkevin Teba nema dilivin
Rê winda kir çîqê reş Di wê roja pir nexweş
Cihan li ber tarî bû Ew nizanî diçî kû
Bi bez diçî, dil bi kul Per û terî hemî şil
Ji ber serma Sibatê Xwe avête ber latê
Pir tarîye, bû dereng Di şikeftek reş û teng
Çîqê reşê pir bi rû Xwe avête hindirû
Ket hêlîna kevokê Xwe berdaye ser çokê
-Kevokê kir qire-qir Pepû, ji ku hatî vir ?
-Ba, bahoz tên bi gij-gij Cihan tevde bûye mij
Ez hatime mala te Xwe daye ber pala te
Ej î wekî te teba Gerek bêjî: merheba
Van çend rojan Sibate Tim namênim li ba te
Ezê herim mala xwe Bighêm cem hevala xwe
Lê kevokê bi xeyd go: Na heyra, na, de o, to !
Îşev raze, sibê zû Here bêka diçî kû ?
Ez bi tenê jina bî Hêlîn tenge, nîne cî
Nêr hemî dest dirêjin Xelkê siba çi bêjin ?
Dost û mirov û neyar Wê bê: bûne dost û yar
Ne wek hevin per û post Em nikarin bibin dost
Lê çîq per gihandin per Hinek bala xwe da ser ;
Bi evînî jêre got: Heta dil û ciger sot
Ejî wek te xwedî per Zivistane, bê mefer
Heçî mê ne, dilovan Ez li te bûme mêvan
Ey kevoka cowan per ! Kî mêvana dikî der ?
Bere bişkî bayê reş Belkî cihan bibî xweş
Navêm li cem te razim Xatir ji te dixwazim
Ezê herim mala xwe Herim cem hevala xwe
Cawa laşê wê germ bû Dilê wê pêre nerm bû
Ezê bêjim guh bidê Mêvan mêvanê xwedê
Lê berê xwe mede min Cawa hebî qelse jin
Hinek dûrî min here Berê xwe jî bighere
Oh, de çine evên nêr ? Li ser me xwe dikin şêr
Heçî mêrin tolazin Li pey jinan dibazin
Ev shikefta me wek dêr Ez paqijim weke zêr
Gotin çend gotinên tewş Bi herdiwan xwesh bû rewş
Çîqê reşê bê fedî Ji nû riya xwe tê dî
Perên xwe berdane ser Wî kishandin çend keser
Go: şêrînî, kevokî Xuyadikî zarokî
Ev cihana pir mezin Ne serî û nejî bin
Mishte ji evîn û jîn Hebûn çiye, bê evîn ?
Jin çiye ko nebî mêr, Ko xerc ne bî çiye zêr ?
Rewsha jînê mêr û jin Herdû hevdî dimijin
Em ronîya vê jînê Sazin ji bo evînê
Mêr û jin ko bighên hev Li dil ronî dibî şev
Bihîstine Mem û Zîn Kîne Ferhad û Şêrîn ?
Eger nasnakî evîn Xec û Siyamed bixwîn
Ew qas li min mebe leç Bixwîne ka çilo Xec ?
Dil ji kul û xeman mişt Di evînê wê xwe kuşt
Ez Memê me û tu Zîn Ez Ferhad û tu Şêrîn
Ez Siyamed tu jî Xec Çi jinbî û çi jî keç
Ey kevoka per heşîn Heç î nêrin, Ciger-xwîn
Mêr çiyakî pir paqij Lê jin li ser bûye mij
Ez ne dînim, ne gêjim Bi kurmancî dibêjim :
Sergo nadin ser bana Jin guh nadin mêvana,
Ev pirtikên xweş û nerm Ku nekşênin hilma germ
Çi hêjaye jîna te Ko nekşênim bîna te
Siba wê bibî bihar Teba dibin dîn û bar
Serxweş dibin ker û gur Bi zûr-zûr û bi zir-zir
Bi wan xweş bin dem û çax Hawîr dikin ox û ax
Bi wan şêrîn dibî jîn Dilan dadigrî evîn
Pey hev kevin jin û mêr Yan jî heçî mê û nêr
Tilûr bikin qişte-qişt Laş ji evîn dibî mişt
Çiqas paqij bî wek zêr Mê nîne dil nedî nêr
Gerek hebî hespê nêr Çavên te jê bibin têr
Perên xwe têxin nav hev Çi bi roj û çi bi şev
Ji hev bistênin germê Ji xwe bavêjîn şermê
Xwe têxî ber dilê wî Birevênî kulê wî
Bi we pir xweş bibî jîn Tijî bibin ji evîn
Ejî nêrim, tijî mê Serma me kuşt bi germê
Emê hevdî kedîkin Çêlîkên xwe xwedî kin
Ew kevoka jinebî Zû fireh kir jêre cî
Çeng û per lê şikestin Herdû bi hevre mestin
Kete nav lingan terî Dibin çavan lê nêrî
Pê xweş bûye gelek jîn Dil dagirtî ji evîn
Cihan pir pê bûye xweş Xwe siparde çîqê reş
Piştî ko roj çû ava Ew bûne bûk û zava
Derbas bûn ew demên sar Sibat çû û bû bihar
Gul û kulîlk çûne der Cihan bûye kesk û zer
Her kes rû geş bi jînê Dilbijokên evînê
Teba hawîr digerin Tilûr bilind difirin
Candar hemî bi şadî Divên gerdanazadî
Çîq û kevok bûne cot Wek destûra xwedê got
Geh bi roj û geh bi şev Dane hevdî lêv û dev
Ji nişka ve dîn rokê Qolinc hatin kevokê
Hêkên wê ku bûne heşt Ji nû li ser wa rûnişt
Bi ser wan de bû pisîk Heta ko bûne şêlîk
Lê dî ko reşin wek çîq Ji nû kire şîqe-şîq
Kire gazi go: hewar ! Firi jor u hate xwar
Kire qîr û şiqe-şiq Xwe avête riwê çiq
Çîq serê jêre danî Kevok dîsa çu banî
Dîsa bi hêrz hate xwar Reben, ji ber qare-qar
Çend êrîş anîne ser Li wê navê xweş bû şer
Çîq jêre go: diya min, Çiye kêmasîya min ?
Go: ev çiqê reş û pîs Te wêran kir li min lîs
Ez paqij bûm weke zêr Te ji banî anim jêr
Min nav nanibûn ser xwe De wer rêkê jê derxe
Ezê çi bêjim xelkê ? Wê nebêjin: te ji kê
Wergirtine ev çêlîk Ne pîroz bî ew kêlik,
Ko, tu hatî mala min Xwe avête tala min
Bi vi serê tey mezin Ez jitere nabim jin
Çîqê qurpiz go: tifî Bê li bextê jina bî
Ma kes karî li dinê, Bi zor bazdî ser jinê ?
Bi te ez bûbûm şekir Îro dibêjî: siktir !
-Ez kevokim per sipî Keç bim yan jî jinebî
Ez paqij bûm weke zêr Ez neghame kesê nêr
Ji bazî re nego: fîq Çawa bibim jina çîq ?
Bixwe ket û kir hewar Çêlîk tev avêtin xwar
Ji nû rabûn hêrzên çîq Bi ser de kir şîqe-şîq
Êrîş birê bi nikil Lê pir kirin xem û kul
Bi xeyd ji kevokê re got: Te hinavê mi tev sot
Ey kevoka jinebî ! Tilûr çi resh, çi sipî
Hemî j i yek bavî ne Meger bej û avî ne
Sipî û resh û belek Di jînê de hemî yek
Şasha mela û keşe Yek sipîye, yek reşe
Lê herdû jî olperest Xwedî destûr, xwedî rist
Mî ya sipî, mî ya qer Weha renge ga û ker ...
Şeb sipî ye, reşe misk Berf sipî ye reşin bisk
Roj sipî ye reşe shev Reş û sipî weke hev
Rengê teba hezarin Bê pîvan û jimarin
Kesk û sipî, sor û zer Li jor dibin qozeqer
Em tev ji vê axê ne Xwej min çêtir mebên e
Kevokê go: çîqê reş Pir çilekî wek keleş
Reş û sipî ne wek hev Kengî roj dibî wek şev ?
Reşik tev bê ewle ne Li ber destan kole ne
Tên kirîn û firotin Weke êzing û rotin
Çîq go: na, na, tu şaşî Di vir de pir li paşî ;
Reşin hene serbestin Sipî gelek bindestin
Lê tev karker û cotar Dibin kolê koledar
Mirov hemî weke hev Tevlî candar dibin tev
Candar hemî xwarinxwer Hinek hene bîrewer
Mirov xwedî zimanin Ji me çêtir dizanin
Pêş ve diçin dem bi dem Li paş mane tenê em
Kevokê go: bese, bes ! Şikeft li min bû qefes
Dev ji felsefê berde Te naxwaz im mi berde
Çîq go: kevoka sipî Evin weynê jinên bî
Resh paxerin, sipî, zêr Niha bûne jin û mêr
Eger qanûnek hebê; Divê tu pey min de bê
Jin tim darê şikestî Jêre nîne serbestî
Go: bi serê tey mezin Ez ji te re nabim jin
Jehrê têxim vî dilî Ezê li te kim gilî
Herdû firîn çûn ezman Çûn dîwana Suleyman
Çîrok li civatê got Dilê tevan kir bizot
Lê wezîrê wî yê kurd Go: ey şah û Yezdîgurd !
Bere herdû bifirin Emê li wan binerin
Ka raste herdû wek hev Raste ro jî weke şev
Herdû rabûn xweş firîn Li ezmana xweş gerîn
Çîqreş dema hate xwar Xwe avête ber dîwar
Lê kevok hat ji ezman Çû ser destê Suleyman
Wezîr gotê: ezbenî, Ezê bêjim, ne kenî :
Herdû ne babetên hev Ro jî nabî wekî şev
Çîqê reşê kesnedî Ne wek kevoka kedî
Ev kevoka dilovan Tê ser destê Suleyman
Nej bo reşsh û sipîtî Ji bo hovî, kedîtî
Jêre navê xeberdan Kevok jê hate berdan
Çîq gote mîrê cina Guh mede weynê jina .
Li nik çîqê teyê reş Çîrokek heye pir xweş;
Ferman bike bibêjim, Da zanibî ne gêjim
Ne kin û ne dirêje Suleyman go: de bêje
Go: xortekî ser bilind Keçek anî wî ji gund
Ro çû ava, bûye şev Bûk û zava gihan hev
Berî herdû bibin cot Wan ev ji hevdî re got :
Jêre da sozek mezin Ez dest nadim jinek din
Xwedê çêkir jinik mir Gorna wê li pala gir
Mêrik li ser wê girî Lê wê çi bêjin mirî ?
Eger salek, eger do ; Xwedê ji Cibrîl re go:
Rabe here vê şevê Binêr ji min çi divê !
Cibrîl sivik hate bal Te çi divê ey heval !
Ger te divê zîna xwe Bidê nîvê jîna xwe
Ezê ji bo te rakim Dilê te û wê shakim
Mêrik pêre çû rayê Nîvê jîna xwe dayê
Deng hat ji gornistana Cibrîl rabû ezmana
Mêrik dicî de bû kal Jinik rabû wek xezal
Kalê reben berde çû Lê ew dûrî wî dibû
-Pitê, ez mêrê te me Li ser wê soza xwe me
Bû tiq-tiqa wê, kenî Go: bes kalê dev genî
Ez a gewra çav xezal Çawa bikim evê kal ! ?
Kalê reben, bê mefer Wî êrîşek bire ser
Li wê navê bû hewar Ji wêde bat yek siwar
Lê xortekî gelek rind Bejn û bala wî bilind
Dest avête destê wê Avêt ser pişta hespê
Siwar jinik bir û çû Kalê, tifek daye rû
Cibrîl hate serê gir Weke berê dey lê kir
Ha, ka jina te ya bash Xwedê şasşe, yan tu şaş
Go: ez kolakî ser reş Xwedê çibkî ewa xweş?
Cibrîl gotê: kalê dîn Jîna xwe jê tu bistîn
Mêrik dîsa wilo got Dî ko dîsa bûye xort :
Ey padîşahê ser text Li cem jina nîne bext
Dil bi kul û bi derdim Çawa jina xwe berdim ?
Bersiv dayê zû kevok Hin jin hene, hin jinkok
Destûr bide kevokê Ejî bêjim çîrokê :
Hebû keçek gewr û rind Bûbû çîrok li nav gund
Xortek rabû dest bi dest Qelen da û keçik xwest
Piştî ko roj çû ava Gihanhev bûk û zava
Herdiwa sûnda mezin xwar Ji kesî re nabin yar
Li wan demên pir dirêj Derbas bûne bê sergêj
Mêrik rojekê bi lez Berê xwe da nava rez
Tiving li ser milê wî Tiştek kete dilê wî
Ka ez wê bixapênim Da rastiyê bibênim
Tebak li wê çolê kuşt Derpê di xwînê de hişt
Nava lingan kire xwîn Hate malê dil bi şîn
Çawa jina wî ew dî Kire qêrîn, da girî
Mêrik kete nav ciya Jinik rûnişt ber piya
Go: ka bêje çi bûye, Birîn çiye, li kûye ?
Go: min yeke neçê kir Min tebakê xwe jêkir
Jina wî ya pir ciwan Jêre wê got: dilovan ,
Li ser soza xwe me ez Tu kes naçî li nav rez
Jinik kete qomana Weke tavên barana
Sed dihat û sed diçûn Çawa çêkim ewlebûn ?
Ewlebûnê ku çêkim Divê pozê xwe jêkim
Rabû çû odake dî Wê gûzanek li wir dî
Pozê xwe wê zû birî Zor da hewar û girî
Mêrik sivik rabû, çû Li ser qadê dî kepû
-Pitê, min derew dikir Go: te ya xwe bi mi kir
Wî pozekî sade zêr Çêkir mane jin û mêr
Guh mede vî çîqêresh Çîroka mij te ra xwesh
Ji civatê re go: mîr, Ev wezîrê mi pir jîr
Go: bi serê bavê min Hew tu jêre dibî jin
Cigerxwin
HakaN
|
|