DogubayazitNet.com

Gula Rojhilat im

Gula baxê bihižta rojhilatim.
Di tarîya ževê rojim hilatim.

Ji nav singa demê pižkîme îro,
Di tarîxê fireh hatim, Feratim.

Hemî jînim, dixwazim xwež vejînim,
Hezar û nehsedî žîn bûme katim.

Birûskim, pir çirûsk û hewr û tavan
Bi himhim têm, ji ezmanê welatim,

Lehîme ez di ser hev re diborim.
Dixwazim nû bikim rêz û civatim.

Birûsk û pêt û ar kevne sojim,
Ji pût û lat û lahût re žewatim.

Disojim lê dikim ronî ževa reþ
Çira kora ye ev kar û xebatin,

Di vê rê de ez dicim lê seg diqorin.
Fidakarim li ser rêça felatim.

Dixwazim ez di ser hev re bifûrim,
Xebatim, žorižim, xwež kêferatim.

Cîhan tev de wekî pingav û derya
Tenê jê re wekî cok û qenatim.

Bi daxwazim ko serbestî dixwazim serbilindî.
Ji milet re di vê žabatê hatim.

Cigerxwin

HakaN



DogubayazitNet.com
http://dogubayazitnet.com

Žiirin adresi:
http://dogubayazitnet.com/modules.php?name=Siir_03&op=showcontent&id=11