
Di bîranîn
Ey dilo jaro li kûne, Deþt û zozanê dimin ?
Kanî ew cejn û sema û Gesht û seyranê dimin ?
Guh bide ber qîr Û nal û ah û waxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî ? Kanî bostanê dimin ?
Þahî û nûroze îro Tên semayê kesk û sor Têne ber çavên me gav û Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme Ser bi zêrin cerg û bez Ka li kûne: dehrî û Xeftan û mîtanê dimin ?
Ah di bîra minde mane Ew demên þêrîn û xweþ Tevger û lîzên bi lotik Dengû xoþxwanê dimin
Min di nav bax û rezande Lot didan bê tirs û pirs Min gul û nêrgiz didan hev Ka gulistanê dimin ?
Serxweþê dengê bilûra Wî þiwanê ber zinêr Kanî îro ew bilûr û Ew bilûrvanê dimin ?
Tev di bin lingên neyaran Tên pelaxtin yek bi yek Ew kelat û ew sera û Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje Pir dirêje ev deram Maçê lêvê erxewanî Derd û dermanê dimin.
Cigerxwin
HakaN
|
|