
Dayê tu negrî
Rom û ecem tev welat vegirtin Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin Çira û rewşen li me vemirtin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Xwendin nehiştin li nav me kurdan Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Şêx û began tev em kirne kola Bê maf û bê cî berdane çola Dan ser milên me darên dehola Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin Azadîxwazên cihan dibênin Divê ku dijmin bi zor deênin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Va em şiyarbûn, xwende û zana Me rê tev girtin ji ber nezana Zû, zû me naskir ev reng dizana Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Dijmin du nifşin: hundur û derve Hinek di binve, hinek di serve Kurdên nezan jî tên me bi serde Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Divê ji bo te em rast bibêjin Bindest û kola tim jîndirêjin Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Em tev diçin tên, dolab û çerxin Mebîne ko em ciwan û ferxin Divê ku dijmin ji nav xwe derxin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Divêt bi leşker herin zinaran Konê xwe vegrin li pêş neyaran Êrîş bikin em bi gullebaran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe Kelaşînkofê bavêj milên xwe Xeman em derxin ji nav dilên xwe Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Sûndê dixun em bi pût û late Heta ku negrin Zab û Ferate Serbest nekarin em bêne ba te Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Rabe bi hevre em herna şaxan Derman bikin jin: laş û kelaxan Ronî bidin xweş rengê çiraxan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Milên xwe bidne milên me şêran Di şevreşan bin rengê sitêran Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Dayê em xortin xwîna me germe Bindest bimênin ji bo me şerme Ta kengî dijmin paşa li ser me ? Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Îdî me nabên ev reng û ev jîn Em tev şiyarbûn Ferhad û Şêrîn Em guh didêrin dengê Cigerxwîn Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Cigerxwin
HakaN
|
|