DogubayazitNet.com

Sibe

Rojhilat bi rengê zêr û zîv e
Kosret li ser mijê ye, sifarî ye
Duh ji berfê sîstir bû mij
Îro xweliya êgir e, risasî ye
Çile ye, lê wek demek ji biharê
Erd nerm e, hewa nerm e, sibeheke aþitî ye
Dîk bang dike, dû bi ser kulekan ket
Li jêr xule-xula avê, çavkanî ye
Çivîk dixwînin, lê gol bêdeng e
Hîn di xewnên þevê da ye, zîvînî ye
Rojê lê da, pelên þevnemî diçirisin
Zevî þîn bûne, keskezer û çîmanî ye
Bayekî sivik dilîze bi pelên dara bîyê
Dem çû, êdî zerþîn û þerabî ye
Duguhure dem bi dem, deqqe bi deqqe
Wek rojên payîzê ne, heryêk yêke dî ye
Binêr nuha jî dûmaneke tozpembe
Lê ew jî çû, çiya reng bi reng in û ezman binewþî ye

Çileyê Pêþîn, 1994


Kemal Burkay

HakaN



DogubayazitNet.com
http://dogubayazitnet.com

Þiirin adresi:
http://dogubayazitnet.com/modules.php?name=Siir_03&op=showcontent&id=23