Gula baxê bihişta rojhilatim.
Di tarîya şevê rojim hilatim.
Ji nav singa demê pişkîme îro,
Di tarîxê fireh hatim, Feratim.
Hemî jînim, dixwazim xweş vejînim,
Hezar û nehsedî şîn bûme katim.
Birûskim, pir çirûsk û hewr û tavan
Bi himhim têm, ji ezmanê welatim,
Lehîme ez di ser hev re diborim.
Dixwazim nû bikim rêz û civatim.
Birûsk û pêt û ar kevne sojim,
Ji pût û lat û lahût re şewatim.
Disojim lê dikim ronî şeva reþ
Çira kora ye ev kar û xebatin,
Di vê rê de ez dicim lê seg diqorin.
Fidakarim li ser rêça felatim.
Dixwazim ez di ser hev re bifûrim,
Xebatim, şorişim, xweş kêferatim.
Cîhan tev de wekî pingav û derya
Tenê jê re wekî cok û qenatim.
Bi daxwazim ko serbestî dixwazim serbilindî.
Ji milet re di vê şabatê hatim.