Em ji xew rabûn welatim ez bi qurbanim bes e.
Tev de rabûn Rojhilatim sebr û samanim bes e.
Umrê min çû tev di vê rê, roj û şev nal û girî,
Das û çakûç wa me hildan, qîr û giryanim bes e
Ev dema serbestiye, bindestî îdî çû nema,
Şad û dilxweş û bilind bim, heps û zindanim bes e.
Em hemî dost û bira bin da bibî bax û bihişt,
Min ji nav baxê cîhanê, bax û bustanim bes e.