Erê dayê metirse vame hatim !
Wekî rojim niha vame hilatim !
Ji bo ko te ji dest dijmin derênim
Wekî Zab û Feratim, kêfratim
Dixwazim derkevim şax û zinaran
Li ber dijmin wekî lat û kelatim
Ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî
Ku ez hatim wekî Zab û Feratim
Didim ber xwe hemî sermayedaran
Wekî Şapim di Sîpanê Xelatim
Ji dostanre hemî pertav û ronak
Ji dijminre wekî arim, Şewatim
Ji bo jar û belengazan biharim
Ji bo har û neyaran ez Şibatim
Li tarîxê binêrin ez kusame ?
Xwedi eywan û birc û pût û latim
Evim ez, lê di bin destê neyaran
Eger rokê ji xew rabim du qatim
Li ber pozê neyaran xurtemêrim
Ciger-xwînim, fidakarê welatim.