Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyare yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jêre bişênim
Tenê şerme, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jêre rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî
Divêm jêre ziman û dev bi şênim
Ne hêja ne şev û rojan bi zarî
Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî
Serî, naçare min danî li ber pê
Me go: şahim, tu pêlêke siwarî
Tenê xanim, bi nazî hete ser min
Zivistan e, li min şîn kir biharî
Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda!
Tu serbest î ji min çibkî, dikarî
Ji rêve ez bezîme pê û destan
Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî
Ji lêvên erxewanî min du sed cam
Şeraba hingivînî nû, vexwarî
Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî
Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl
Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî
Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go: bese rabe Hesarî!
Me go: gorî Cigerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî