[ A |
B |
C |
D |
E |
F |
G |
H |
I |
J |
K |
L |
M |
N |
O |
P |
Q |
R |
S ]
[ Ş |
T |
U |
V |
W |
X |
Y |
Z |
1 |
2 |
3 |
4 |
5 |
6 |
7 |
8 |
9 |
0 ]
Ji dengê zikê birçî Ax fedî dike Ji jana birînê Hesin fedî dike Li kuçe û kolanan Bêmal û bêwar in Şev fedî dike Birçî û xasî Li rê û dirban Li serê çiyan in Berf fedî dike Ji dûmana zer Weşîn wek pêlan Çivîk û zarok bûn Mirin fedî dike