Giris
Ziyaretçiler 01: 208.80.19 xxx
02: 38.103.63 xxx
03: 66.249.66 xxx
04: 82.99.30. xxx
Şu an bu blokta bir sorun var.
Ay dilê min ay dilo
Dil ji min naket xeyalan Bûme perwana şemalan Bêriya husn û cemalan Ay dilê min ay dilo Can ferît im te nabînim Deftera işqê bixwînim Serxweş û sukran û dîn im Ay dilê min ay dilo Serxweş û sukran û mest im Efa’lê eswed digestim Sebr û aram çûn ji destim Ay dilê min ay dilo Sebr û aram û sikon e Baziyê nav lê ’uyon e Dil ji pencan kirbû xwon e Ay dilê min ay dilo Bazê me krî sikince Girtibû ez bi her du pence Min mûdan dil jê bi renc e Ay dilê min ay dilo Hêstirim barîn ji xwînê Sotim ez derdê evîne Kes ji min neket yeqînê Ay dilê min ay dilo Dax û kovan bê hesab in Mihnet û eyş û ezab in Xem ji qelbê min venabin Ay dilê min ay dilo Van deman yek carî xwarim Dîn kirim dîne bi har im Agirê işqê bijarim Ay dilê min ay dilo Agirê işqê û pêt e Her kesê dê kes navête Demekî naket tebête Ay dilê min ay dilo Demekî naket qerar e Şev û roj ahî û zar e Ez xelas bûm bûme dar e Ay dilê min ay dilo Rey û tekbîrim xilas bûm Zilfê çokan çep û rast bûn Gelew kazin bê qiyas bûn Ay dilê min ay dilo Sîne ey hubê herişte Bi agirê işqê birişte Qet li min nayên nivişte Ay dilê min ay dilo Sîneya hubê sidûr e Dax bi dil kovan û kûr e Wan hemiyan dil ji nûr e Ay dilê min ay dilo Wan hemiyan agir di nav bit Min ji daxan dil zirav bit Bê hisab şîşe di nav bit Ay dilê min ay dilo Bê hisab şîş lê kişande Hûr kiro misk lê reşande Nezera zer şeh veşande Ay dilê min ay dilo Nezera sahib nezîra Teşbîhê berqê di şîra Dame ser gezmê di tîra Ay dilê min ay dilo Gezmeyan carek hinavan Hûrtira ejnû û nûgavan Tarûmar kirbûn ji gavan Ay dilê min ay dilo Tarûmar kir can û cism e Pisyar in cîran û xizme Ev xizmet babet tilisme Ay dilê min ay dilo Mîm û hê wesfê xwe hilda Xweş mêsal in çûn di cilda Cerh û kovan çûn di dil da Ay dilê min ay dilo
Eklenme: 21-07-2007Şair: Feqiyê Teyran Gönderen Uye: HakaN Hit: 23[ Geri dön | Yorum Ekle | Sevdiklerinize gönderin | Yazdırın ]