Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Em bûn çera hirç û gura
Bûn alifê ga û kera
Heval bibin tev Markisî
Bawer mebin bi hîç kesî
Bi pêşde gernas û şiyar
Êriş bikin sênca neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Win kom bikin zêr û pera
Zû çêbikin serleşkera
Kurd perçe-perçe çend kerî
Doza xwe nabin ta serî
Kole di bin destê neyar
Çawa bibim jê hêvîdar ?
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Divêm şiyarbin hey heval !
Bidin di vê rê can û mal
Li ser çîyan şepal û şêr
Êrîş bikin li jor û jêr
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Eger wesan çend perçebin,
Dê tim di bin zorêdebin
Ger em nebin yek perçe ar
Guh nadî dengê min neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Lê Markisî nabî dubin
Gernas di binde radibin
Destan bidin hev bibne yek
Êrîş bikin dijmin bi çek
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Bibin fidakarên welêt
Ji xwe bikin şerm û fehêt
Êriş bikin dijmin bi şer
Gava şikest win bidne ser
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Herwek Viyetnam şer bikin
Dijmin ji hev ker-ker bikin
Dostên mene tev Markisî
Turk û Ereb û Farisî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Hewsar medin dest borcewaz
Mebin çera hirç û beraz
Cotar û herçî dest qirêj
Em tev birane hê ji mêj
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Welat bixwazin rast û çep
Turk û Ecem, Kurd û Ereb
Destan hemî em bidne hev
Lê nebtenê bêjin bi dev
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Her yek di nav qada xweda
Dest bidne hev jar û geda
Herçî hevelên koledar
Ji bo me ew herdem neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Çend sale ev gîr û hewar
Carek ji xew nabin şîyar ?
Îro şîyar bûne ji xew
Dîsa dibin wek çêlekew
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Şah û beg û axa neyar
Dost û hevalên koledar
Şêx û melayên sexteçî
Em kirne "sofi" û "heci"
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Dest bidne hev tev mêr û jin
Xort û keç û biçûk, mezin
Em tev ji vê berpirsiyar
Besin ji xew rabin - şhîyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Cîhan hêjî bûn dubend
Wan dane mil gurz û kemend
Bendek li jor û yek li jêr
Bendek bi xwîn û yek bi zêr
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Şêr şêre, jinbî yan jî mêr
Navê tevan danine şêr
Gava ku tê dengê piling
Destê me naçî ser tiving
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Xûşkê tu jî hînbe şera
Zû nasbike derb û bera
Wek mêr tu karî şer bikî
Dijmin ji hev ker-ker bikî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Benda me gernas, xurtemêr
Lê tev nezan û tev nekêr
Bê zêr dibin destê neyar
Ta kengî em nabin şîyar ?
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Heval şîyar be, rê bizan
Dûrkev ji destên van dizan
Cotar û karkar, xwendewar
Tev bibne yek em dost û yar
Gernasî karî şer bikî
Dijmin ji hew ker-ker bikî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Ev perçebûn nejber xwe tê
Gayê zexel naçî xetê
Barê giran, ker naçî ber
Seyda ji ber xûn bû ciger
Kurdên ji Zagros û Keper
Çawa bitirsin ew ji şer ?
Guh medne van şêx û bega
Çavsor dibin wek conega
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere
Hawîr biborin wek beran
Pîkol bikin li her deran
Tirsê bixin cergê neyar
Hem xûnvexar û koledar
Hela were, hela were !
Seyda ciger xwîn bû bira !