Şev reş û tarî, bahoz û bandev
Nakevî dest me: ne razan ne rev
Hewrên rêzanî tarî û giran
Berfê bibarî, yan gulebaran ?
Em reşhewravin kevneperestî
Tênin bîra min dîlî, bindestî
Dar bikevî dest mirovên xwînxwar
Dîsa dimênin birçî û hejar
Karê me dibî veşartin û rev
Tavê nabênin bi rojê em tev
Tênin ber çavan dijûn û lêdan
Şemaq û qamçî, kawçûk û zindan
Pêlên zordestî wek lehî û çêm
Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem
Di ber xwe dibin bîr û serbestî
Paşve dişkênin nûjenperestî
Tên perçiqandin tev destûr û rist
Raserî me tên ev kevnepirist
Benda Azadî li xwe napirsî
Belkî ez şaşim, ji wan natirsî
Tarîx û abor, herdu di gel me
Eger bitirsin ji bo me şerme
Badîhewane ev tav û bahoz
Eger em rabin hemî dibin toz
Vane, şiyarbûn cotar û karker
Dijmin têşênin bê ceng û bê şer
Çiqas bimênî ev cihan bê deng
Bê şer, bê kuştin, be halan û ceng
Em her diçin pêş, dijmin diçin paş
Bê av digerin ev dolab û aş
Sermayeperest, tev top tavêjin
Nabênin îro çawan sergêjin ?!
Ew çi talan û çi ceng û pevçûn
Bila xweş bikin hemî cî û şûn
Hemî em mirov bibin wek bira
Cî nedin diza, rê nedin gura
Cihan xweş bikin tev bax û bihişt
Ne şûr, ne xençer, ne derf û ne xişt
Keser nemênî wek min dilbirîn
Ev dinya xweşe, dinya Cigerxwîn